AMASYA
Cîgirserokê TBMMyê Nacî Bostanci: "Polîtîkayên Komara Tirkiyeyê yên di warê Pêvajoya Çareseriyê de dê bidomin. Lêbelê her kî ku rahêje çekê û derkeve ser dikê, otorîteya dewletê dê bersiva hewce bide."
Bostanci di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de diyar kir îradeya ku gel di 7ê hezîranê de derxist holê, îradeyeke wisa ne ku partî dikarin werin bal hev û hikûmetê ava bikin.
Bostanci destnîşan kir ku AK Partî bi şêwe û zimanekî zelal û bi hevkariya avakirina hikûmeteke hevpar ve pêvajoyê dişopîne û wiha got: "Heger hûn mecbûr bin ku bi partiyên din re hikûmeteke hevpar ava bikin, wêçaxê hin xusûs derdikevin pêşiyê ku hûn divê baldar bin. Yek ji van, tevgereke nerm a lihevkirinê ye."
Bostanci da bibîrxistin ku aniha bi piranî bi CHPyê re hevdîtin tên meşandin û wiha xeberda: "Hevdîtinên tûra yekemîn kuta bûn, aniha jî hevdîtinên di navbera şandeyan de dewam dikin. Wisa tê gotin ku înşellah dê di nava 10-12 rojan de netîceyekê were girtin. Jixwe raya giştî jî ji nêz ve dişopîne. Em hêviya netîceyeke bixêr dikin."
- Rûdanên dawiyê yên terorê
Bostanci bal kişand ku di rojên dawîn de bûyerên terorê zêde bûn û wiha pê de çû: "Terora IŞÎD, PKK û DHKP/Cyê xwe bi bûyerên gelek cuda ve xuya kirin. Jixwe rêxistinên terorê ji ber ku otorîteya dewletê wekî neyarekî xwe yê hevpar dibînin, herçiqas di navbera wan de cudahiya îdeolojîk hebe jî lê di nava xwe de hevkariyê dikin. Dikarin destgiriya hevdu bikin û heta carna dikarin bi hevra bixebitin jî. Nexwe dewleta Tirkiyeyê li hemberê van rêxistinên ku musebbîbê terorê ne dest bi operasyoneke piralî kiriye."
Bostanci destnîşan kir ku DAEŞ li Iraq û Sûriyeyê rêxistineke bi bandor e û wiha got: "Tirkiyeyê di 2013an de daxuyandibû ku IŞÎD rêxistineke terorê ye. Wêçaxê jî digel hêzên koalîsyonê helwesta wê li hemberê IŞÎDê têkoşîn bû. Bi taybetî jî di van demên dawîn de ji sînor derbas bûne û di hundirê Tirkiyeyê de dest bi çend çalakiyan kirine, ev jî bû sedem ku Tirkiye têkoşîneke xurt a vekirî bidomîne. Têkoşîna li hemberê IŞÎDê ev e."
Bostanci got ku rêxistina terorê PKKyê dema ku pêvajoya çareseriyê dest pê kir, diyar kir ku ewê unsûrên xwe yên çekdar vekişînin, lêbelê venekişiyan û wiha dewam kir:
"Şertê sereke yê pêvajoya çareseriyê ew e ku hawirdor ji çekan were xalîkirin. Di vê pêvajoyê de helwesta dewletê ya, 'îstikrar bira hebe, aşitî bira xera nebe', mixabin hat îstismarkirin. Ketin nava hewleke wisa ku li qadên sivîl bibin deshelat. Helbet dewlet van hemûyan dişopîne. Di demên dawîn de dest bi hin çalakiyan jî kirin. Nexwe dewlet divê li bi awayekî teqez bersivekê bide van."
- Pêvajoya Çareseriyê
Bostanci diyar kir ku pêvajoya çareseriyê rastiyeke Tirkiyeyê ye û wiha xeberda: "Armanca pêvajoya çareseriyê ew e ku li vî welatî li ser bingeha azadî û demokrasiyê, nasnameya wî her ku çi dibe bira bibe, zemîneke siyasî û civakî ya ku însan dê bikaribin di nava aşitiyê de bijîn, were avakirin. Hevbeşa vî ne bi tenê HDP ye. Hevbeşa vê ew rêxistina terorê nîne. Helbet hemû milet e. Heger herkes bi îradeya sivîl ve pişgiriyê bide, Pêvajoya Çareseriyê dê bi ser bikeve. Îzmir jî hevkarê vê ye, Diyarbekir jî. Hemû bajar, hemû alî, hemû partî hevkarê vê ne. Anku Pêjajoya Çareseriyê qediya, neqediya, di bin takedestiya tu kesî de nîne. Gotina vebû, hat girtin, ne wisa di takedestiya mirovan de ye."