15 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2018
MOSKOVA
Sergey Lavrovê Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê destnîşan kir hewldanên Amerîkayê yên li Sûriyeyê ji bona avakirina artêşekê ku ji Hêzên Demokratîk yên Sûriyeyê (di nav da piranî PYD/PKK jî heye) pêk tê dibin sedema metirsiyê.
Lavrov li paytext Moskovayê daxuyaniya çapemeniyê da û ji bona plana Amerîkayê ya li Sûriyeyê avakirina "hêza ewlehiya sînor" wiha got: "Li gorî me biryara ku dişibe ultîmatoma yekalî zirarê dide yekbûna axa Sûriyeyê."
Sergey Lavrov diyar kir biryara Amerîkayê ya ji bona avakirina hêzeke sînor wê herêmeke berfireh ya li ser sînorê Sûriye, Tirkiye û Iraqê îzole bike û wiha got: "Ji ber vê meseleya girîng gavên li herêmên Sûriyeyê tên avêtin dibin sedema metirsiyê."
Lavrov diyar kir biryara Amerîkayê bi biryarên Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û peymanan ra li hev nake û wiha xeber da: "Wekî Tirkiye û Îranê em jî di vê mijarê da ji Amerîkayê daxuyanî dixwazin. Li gorî me biryara ku dişibe ultîmatoma yekalî zirarê dide yekbûna axa Sûriyeyê."
Sergey Lavrov ji bona rewşa Kurdên li Sûriyeyê jî wiha axivî: "Biryara Amerîkayê ku dişibe ultîmatoma yekalî û projeya li Sûriyeyê avakirina artêşekê wê zirarê bide têkiliyên di navbera Tirkiye û Kurdan da. Feydeyê nade rewşa tevlihev ya li Efrînê. Armanca me ya li Efrînê ew e agirbest çêbibe."
Serbaz Ryan Dillonê berdevkê koalîsyona dijî DEAŞê ya di pêşengiya Amerîkayê da eşkere kiribû li Sûriyeyê wê piranî ji Hêzên Demokratîk ya Sûriyeyê (di nav da PYD/PKK jî heye) "hêza ewlehiyê ya sînor" ku ji 30 hezar kesî pêk tê ava bikin.
Dillon daxuyanî dabû nûçegihanê AAyê û wiha gotibû: "Koalîsyon ji bona avakirina 'Hêza Ewlehiya Sînorê Sûriyeyê' ya nû bi Hêzên Demokratîk yên Sûriyeyê ra dixebite."
Îbrahîm Kalinê Berdevkê Serokomariyê jî wiha gotibû: "Tirkiyeyê ji bona ewlehî û berjenwendiyên xwe yên neteweyî tevdîrên ku hewce dike hilde. Mafê Tirkiyeyê yê meşrû ku midaxeleyî rêxistinên terorî bike veşartî ye."