Şerayê Serokomarê Sûriyeyê bi Barzaniyê Serokê HKIyê ra geşedanên herêmî gotûbêj kir
Ahmet Karaahmet
03 Tebax 2026•Rojanekirin: 03 Tebax 2026
HALEP
Ehmed Şerayê Serokomarê Sûriyeyê bi Nêçîrvan Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ra li paytext Şamê hevdîtin kir û geşedanên herêmî gotûbêj kir.
Piştî merasima fermî ya pêşwazîkirinê, Barzanî û heyeta pê ra derbasî Qesra Gel bûn ku bi Şera ra hevdîtinê bikin.
Hat diyarkirin ku di hevdîtinê da peywendiyên dualî, geşedanên herêmî û mijarên hevbeş hatin gotûbêjkirin.