Haydar Karaalp
09 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2022
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya es-Sûdanî li Riyada paytextê Erebistana Siûdî bi Serokê Dewleta Çînê Şî Cînpîng ra hat bal hev.
Li gor INAya ajansa nûçeyan a fermî ya Iraqê Serokwezîr Sûdanî di hevdîtina bi Şî ra kir da li ser "pêşvebirina têkiliyên hevpar û stratejiyên dualî" sekinî.
Sûdanî di hevdîtinê da got ku çêkirina rê û binesazî di serî da ew dixwazin ji tecrubeyên Çînê yên curbecur îstifade bikin.
Serokê Dewleta Çînê Şî jî ragihand ku ew dixwazin têkiliyên xwe yên bi Iraqê ra di qadên curbecur da pêşve bibin.