Ömer Tuğrul Çam
12 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2023
Serokên dewlet û hikûmetan ên ji bo beşdarî Civîna NATOyê bibin li Vîlnîusa paytextê Lîtvanyayê ne, di roja duyemîn da hatin bal hev.
Di Civîna Konseya Atlantîk a Bakur da li ser navê Tirkiyeyê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî civînê bû.
Di civînê da tevlî lîderên 31 welatên endam gazî Swêdê jî kirin û ew jî beşdar dibe.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenbergê ku di merasima vekirina civînê da axivî û got ku NATO ji bo Ewropa û Atlantîkê îtifaqeke herêmî ye lê mijarên pê rûbirû dimîne jî gerdûnî ne.
Di axaftina xwe da Stoltenberg destnîşan kir ku li gor biryarên bi rê û rêgez divê tevbigerin û ji ber vê jî beşdariya şirîkan girîng e.