WASHINGTON
Anadolu Agency wêneyên nû yên ku êşkenceya sîstematîk a rejima Sûriyeyê ya li ser muxalifan nîşan dide weşand. Berdevka Karên Derve ya DYAyê Jen Psakiyê der barê wa wêneyan de got: "Li wan deran ev demeke gelek wêneyên hêwilnak hene. Li Konseya Ewlehiyê ya NYyê ji bo ku Sûriyeyê bişînin Dadgeha Cezayê ya Newneteyî (DCN) dengdayîn hat kirin. Ev wêne sedema hewldanên me yên bi vî awayî nîşan didin ku em çima ev qas piştgiriyê didin vê dengdayînê."
Di Konseya Ewlehiyê ya NYê de ji bo pêşnûmaya der barê rewşa Sûriyeyê sewqî DGNyê bikin ray dê bên avêtin. Wêneyên nû jî heyama dengdayînê hatin weşandin. Ji Berdevka Wezareta Karên Derve Jen Psakiyê di brifînga rojane de wêneyên nû yên ku Anadolu Agencyê weşandin hatin pirskirin.
Fransayê pêşniyazeke biryarê ya ku binpêkirina mafên mirovan û sûcên şer ên li Sûriyeyê sewqî DCNyê dike, amade kir, lê di Konseya Ewlehiyê ya NYyê de bi vetoyên Rûsya û Çînê hat redkirin. Psakiyê anî ziman ku vê biryarê ew aciz kirine.
Psaki wiha axivî: "Vetoya Çîn û Rûsyayê û piştgiriya ji bo kesên ku wehşeta li Sûriyeyê dikin berpirsyar bên dîtin kêm bû û vê yekê jî em gelekî aciz kirin. Digel vê vetoyê kesên ku ji wehşeta li Sûriyeyê berpirsyar in û ji bo ku li dahatûyê jî wek berpirsyar bên dîtin, berhevkirina belgeyên ku dibin delîl jî di nav de, em ê piştgiriyê bidin ku daraza maweya berwext û hemû pêngavên ku ji bo derfeta darizandina berpirsyaran bingehekê pêk tînin, çêbin."