Nihat Kavşut
04 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2018
BRUKSEL
Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo êrîşên rejima Beşşar Esed û alîgirên wê yên li dijî Derayê ragihand ku "Ev êrîş bi eşkereyî hiqûqa mirovahiyê ya navneteweyî binpê dikin."
Li gor daxuyaniya nivîskî ku ji ofîsa Federîca Mogherîniya Nûnera Payebilind ya Polîtîkayên Ewlehiyê û Karên Derva ya NYê hat weşandin hat diyarkirin ku li Derayê êrîşên rejima Esed û alîgirên wê zêde bûne.
Hat diyarkirin ku ji ber êrîşên dijî Derayê 270 hezar sivîlên li herêmê koçber bûne.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ev êrîş bi eşkereyî hiqûqa mirovahiyê ya navneteweyî binpê dikin.
Wek mayîn di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku divê pevçûn bisekinin û li gor peymana herêmên kêmkirina aloziyê alîkariya însanî ji bona xelkê Sûriyeyê bê şandin.