29 Tebax 2018•Rojanekirin: 29 Tebax 2018
ANKARA
YPG/PKKya rêxistina terorê li navçeya Tel Ebyada bajarê Reqqayê ku îşxal kiriye, 40 terorîstên DEAŞê yên girtibûn, bi pereyan serbest berdan.
Li gor agahiya ku AAyê ji çavkaniyên pêbawer ên li Tel Ebyadê stand, YPG/PKKê bi 40 DEAŞiyan ra li hev kir ku wan bi pereyan berdin.
Terorîstên DEAŞî yên ku hatin berdan, çûne kê derê kes pê nizane.
YPG/PKKya rêxistina terorê DEAŞiyên girtîgehên Efrînê ji ber operasyona Çiqlê Zeytûnê bi şertê ku li dijî Artêşa Tirkiye û Artêşa Azad a Sûriyeyê şer bikin berdabû û berî niha nûçeya vê ji aliyê AAyê va hatibû çêkirin.
YPG/PKKya ku nêzî sedî 28ê welêt îşxal kiriye, par meha cotmehê da jî dora navenda bajarê Reqayê girtibû û paşê bi DEAŞê ra li hev kiribû û terorîstên DEAŞê ji bajêr texliye kiribû.