Haydar Şahin
05 Gulan 2018•Rojanekirin: 06 Gulan 2018
MELBOURNE
Jacinda Arderna Serokwezîra Zelandaya Teze ji bo ku 14 hezar kesên kuçelanî zivistanê li derva derbas nekin soza sitarkirinê da.
Li gor xebera Radyoya Zelandaya Teze, Arderna Serokwezîr beriya hatina zivistanê der barê sitarkirina kesên kuçelanî da daxuyanî da.
Ardernê diyar kir ku li gor daneyên Rêxistina Pêşketin û Hevkariya Aboriyê (OECD) li welêt 14 hezar kesên kuçelanî hene, hedefa wan bi tenê bajarê Aucklandê nîne, ew ê ji bo hemû kuçelaniyên li welêt îmkana sitarbûnê amade bikin ku di zivistana 2018an da kes li derva nemîne.
Serokwezîr Ardernê destnîşan kir ku li gor sala par ew ê îsal hezar û 500 avahiyên teze lê zêde bikin û xêncî van xaniyan ew ê avahiyên dewletê û saziyan jî ji bo çareserkirina pirsgirêkê bi kar bînin û wiha pê da çû: "Welatekî wekî Zelandaya Teze sedem tune ku kesên kuçelanî hebin."
- Hikûmetê 100 milyon dolar veqetand
Phîl Twyfordê Wezîrê Avahiyan jî got ji bo çareserkirina pirsgirêka kuçelaniyan hikûmetê 100 milyon dolar pere veqetand.
Wezîr Twyford diyar kir ku ew ê 37 milyon dolar pereyê fonê ji bo avahiyên têra îsal bikin xerc bikin, bi 63 milyon dolarî va jî li tevahiyê welêt wargehên ji bo kesên bêmal û xanî ava bikin.
Twyford wiha axivî: "Vê zivistanê lazim nake ku tu kes di wesayîtekê da bijî. Hikûmet dixwaze vê zivistanê alîkariyê bide hemû hewcedaran."