Said Amori,Çağrı Koşak
27 Cotmeh 2023•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2023
Îsraîlê daxuyand, ew ji bo nirxandina peymanê ya seba kesên ku Hamasê di êrîşên 7ê Cotmehê da dîl girtin, amade ye.
Li gor nûçeya KANa têlevîzyona dewletê ya Îsraîlê ji navbeynkarên ku di nav wan da Qeter û Misir jî hene ra got, ew amade ye ku bi komên Filistînî yên li Xeta Xezeyê ra peymaneke taqasê ya berfireh binirxîne.
Di nûçeyê da hat gotin, peymaneke muhtemel çêbibe "Gelek hêsîrên di destê Hamasê da wê werin berdan."
Li gor nûçeyê şertên Hamasê wiha ye, "Wê destûr were dayîn ku sotemeniyê bidin Xezeyê, girtiyên Filistînî wê werin berdan û agirbest çêbibe."