Haydar Karaalp
28 Îlon 2022•Rojanekirin: 28 Îlon 2022
Di dengdayîna li parlamentoya Iraqê da îstifaya Serokê Meclisê Mihemed Helbûsî bi pirdengî hat redkirin.
Di meclisa ku ji 325 kursiyan pêk tê da 235 parlamenter beşdarî rûniştina li ser îstifaya Helbûsî bûn.
Di encama dengdayînê da îstifaya Helbûsî bi pirdengî hat redkirin. Bi tenê 13 parlamenteran ji bo îstifaya Helbûsî dengê "erê" da.