İbrahim Atmaca,Abdullah Tel
04 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2020
Teşkîlata Birayên Misilman a li Misrê (Îxwan) diyar kir, bi îdamkirina 2 mensûbên Îxwanê va dixwazin çavê ciwanan bitirsînin.
Berdevkê Îxwanê Talat Fehmî piştî Yasîr el-Ebasîrî (49) û Yasîr Şukr (45) ku li Girtîgeha Torayê girtî bûn û hatin îdamkirin, daxuyaniya nivîskî da.
Fehmî diyar kir, Ebasîrî û Şukr di dewreke ku li welêt dijî rejimê xwepêşandan hatin lidarxistin da hatin îdamkirin û meqseda îdamkirinê "çavtirsandina ciwanan" e.
Talat Fehmî destnîşan kir, di binê êşkencekirina 2 mensûbên Îxwanê da îtîrafên wan hatin hildan û ew bi awayekî adil nehatin darizandin.
Rêxistina civata sivîl a bi navê "Em Qeyd Dikin" ku navenda wê li Londraya paytextê Îngiltereyê ye û di qada binpêkirina mafên mirovan da fealiyetê dike, daxuyanî dabû û diyar kiribû ku Ebasîrî û Şukr hatin îdamkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin biryara dardekirinê ya di doza "Pirtûkxaneya Îskenderiyeyê" da berê ji bo Ebasîrî û Şukr hatibû dayîn bi cih anîne.
Li Misrê di Tîrmeha 2013an da piştî ku artêşê dest danî ser rêveberiyê çalakiyên dijî derbeyê hatin kirin. Di 13 Tebaxa 2013an da awayek hovane mudaxaleyî çalakiyên li Meydana Rabîatul Adeviyye û Nahdayê hat kirin û li ser vê jî li gelek bajaran protesto hatin kirin.
Di çalakiyên li bajarê Îskenderiyeyê hat kirin da ji ber mudaxaleya hêzên ewlehiyê 2 jê wezîfedarên ewlehiyê 15 kes mirin, piranî jê endamên îxwanê gelek kesên dijî derbeyê hatibûn girtin.
Di doza der barê bûyerê ku sala 2015an hat kirin da ji bo 2 kesan cezayê îdamê û bo 68 kesan jî cezayê hepsê hatibû dayîn. Biryara îdamê ya bo 2 kesan jî di sala 2017an da hatibû pesendkirin.
Ji mixalifên Misrê Mihemed Eliyê mitehîdiyê dike û sirgûnê Spanyayê kirine ji wê derê bo dijî rejimê çalakî bên kirin bangewazî kir û ji 20ê Îlonê vir va li welêt çalakî tên kirin.