Şener Toktaş
04 Tebax 2026•Rojanekirin: 04 Tebax 2026
Li Tetwana navçeya Bidlîsê 4 biyaniyên ku di mehde û roviyên wan da kîloyek û 392 gram hişbira sentetîk hat tesbîtkirin, hatin tewqûfkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn, ekîbên Şaxa Têkoşîna Sûcên Narkotîk a Midûriya Ewlehiyê ya Bidlîsê xebatên têkoşîna dijî hişbirê didomînin.
Di vê çarçoveyê da ekîban li Tetwanê otobêsek da sekinandin û 4 biyaniyên gumanbar jê peya kirin û di rontgen û tomografiya gumanbaran da wekî 117 parçe di mehde û roviyên wan da kîloyek û 392 gram hişbira sentetîk hat dîtin.
Hişbir bi midaxeleya tibî va hat derxistin û ekîban dest danî ser hişbirê.
4 gumanbar ji ber sûcê "Çêkirin û bazirganiya hişbirê" sewqî edliyeyê kirin û dadgeriyê biryara tewqûfkirina wan da.