Yılmaz Kazandioğlu
03 Tebax 2026•Rojanekirin: 03 Tebax 2026
Li Gurpinara navçeya Wanê, otomobîl li bariyera refujê qelibî û di encamê da 2 jê xedar 4 kes birîndar bûn.
Otomobîla plaqe 65 EE 168 a D.Î. diajot û ji îstiqameta Hekariyê dihat Wanê, li nêzîkî Taxa Çavuştepeyê ji kontrolê derket û li bariyerê refujê qelibî.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristî, cendirme, polês û îtfaiyeyê hatin sewqkirin.
Her wiha 2 jê xedar 4 kesên di qezayê da birîndar bûn, bi ambulansan bo Nexweşxaneya Dewletê ya Gurpinarê hatin veguhestin.