03 Adar 2020•Rojanekirin: 04 Adar 2020
Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku di Herekata Mertalê Biharê da balafireke şer ya rejimê hat xistin.
Di daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî da wiha hat gotin: "Bi Herekata Mertalê Biharê ku bi serkeftî didome balafireke şer ya bi cureya L-39ê ya rejimê hat xistin."
WPN: "Di 24 saetan da 327 eskerên rejimê hatin berterefkirin"
Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand ku bi şev Herekata Mertalê Biharê bi serkeftî hat meşandin û 327 eskerên rejimê hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî da wiha hat gotin: "Di Herekata Mertalê Biharê da 24 saetên dawîn balafirek, ÎHAyek, 6 tank, 5 obus/ÇNRA, 2 pergalên parastina esmanî, 3 wesaîtên bizirx, 5 pîkapên çekbarkirî, 6 wesaîtên eskerî û depoyeke cebilxaneyê hatin îmhekirin û 327 eskerên rejimê hatin berterefkirin."