Daristanên Sariqamîşê mazûvaniya Apollo û gelek cisnên minminîkên din dike
Daristanên Sariqamîşê yên li Sariqamîşa navçeya Qersê minminîka Apolloyê di serî da mazûvaniya gelek cisnên minminîkan dike û ji bo dîtinahiya minminîkan jî gelek kes daristanan ziyaret dikin
Hüseyin Demirci
06 Tebax 2026•Rojanekirin: 06 Tebax 2026
photo: Hüseyin Demirci / AA
Daristanên Sariqamîşê mazûvaniya Apollo û gelek cisnên minminîkên din dike
KARS
Daristanên Sariqamîşê yên li Sariqamîşa navçeya Qersê minminîka Apolloyê di serî da mazûvaniya gelek cisnên minminîkan dike û ji bo dîtinahiya minminîkan jî gelek kes daristanan ziyaret dikin.
Herêma Hamamli û Suludereyê ku raqima wê nêzî 2 hezar û 500 mêtreyî ye, mazûvaniya gelek heywanên kovî yên wekî hirç, gur, werşeq, beraz û roviyan dike. Herêm havînê mazûvaniya gelek cisnên minminîkan jî dike.
Wêne : Hüseyin Demirci/AA
Minminîka Apolloyê li Tirkiyeyê ji cisnê minminîkên herî mezin yek e û zêde nayê dîtin. Ev minminîk li daristanên Sariqamîşê bi taybetî bala wênekêşên siruştê dikişîne.
Kordînatorê Zanistê yê Komeleya KuzeyDogayê Emrah Çoban ji nûçegihanê AAyê ra got ku Sariqamîş ne tenê bi teyr û tilûr û heywanên xwe yên kovî va, bi cureyên minminîkan va jî balê dikişîne.
Çoban diyar kir ku minminîka Apolloyê ji cisnên herî girîng ên li herêmê yek e.
Bîrkan Çelîkê wênekêşê siruştê jî destnîşan kir ku di meha tebaxê da Sariqamîş ji aliyê cureyên minminîkan va dema xwe ya herî xweş derbas dike.