Fatih Gazioğlu
11 Tebax 2018•Rojanekirin: 12 Tebax 2018
ŞIRNAK
Hayriye Tanika 69 salî ya ku li Şirnexê dijî li dikana xwe ya zanîngehê berik û centeyên ku bi destê xwe çêkirine difiroşe.
Tanikê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew 21 sal e berikan çêdike û li Navenda Perwerdeya Gel hinî vî karî bûye. Tanikê got ku wê bona dewamkirina karê xwe serî li zanîngehê daye û wiha axivî:

"Zanîngehê serlêdana min qebûl kir û di hundirê kampûsê da ciyek dan min. Rêveberiya zanîngehê û hemû xwendekar arîkariyê didin min. Ez li vê derê berik û centeyan çêdikim û arîkariyê didime zarokên xwe. Mirê min teqawîd bûye. Mehaniyê distîne lê têra me nedikir. Ji ber xebata min hemû kes min pîroz dikin. Tiştên ez çêdikim dikirin. Xwedê ji wan hemûyan razî be."

- "Dayikeke fedekar e"
Rektorê Zanîngeha Şirnexê Prof. Dr. Mehmet Emîn Erkan jî got ew her dem arîkariyê didine xebatkarên jin û wiha dewam kir:
"Xaleta Hayriye dayikeke gelekî zîrek û fedekar e. Me li vê derê ciyek da wê. Ew jî ji xwe re cente û berikan çêdike. Em û xwendekarên me hemû arîkariyê didinê. Xebata wê ji her kesî ra dibe mînekake baş. Bi saya wê kampûsa me rengîn bû."
Ji xwendekaran Cudî Yagiz jî got ku xebata xaletê wan dide şermê û ji hemû kesî ra dibe mînak. Yagiz got ku ew jî tiştên xaletê dikirin û arîkariyê didine wê.