İsmail Kaplan
22 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2022
Di 6 mehên ewil ên îsal da 215 hezar kesî bi Trêna Ekspresa Rojhilatê ya ku yek ji rotayên herî dirêj ên Şirketa Anonîm ya Veguhestina Rêhesinên Dewleta Komara Tirkiyeyê (TCDD) ye û di navbera Qers û Enqereyê da seferan dike, rêwîtî kir.

Eleqeya li ser trêna Ekspresa Rojhilatê ya ji Enqereyê bi rê dikeve û ji Kirikkale, Qeyserî, Sêwaz, Erzincan û Erziromê derbas dibe, piştî rêwîtiyeke 1310 kîlomêtroyan a 25 saetan dewam dike û digihêje Qersê di 6 mehên îsal da jî dewam kir.

Li ser rêya trênê dar, daristan, kulîlkên rengîn, çem, robar, zevî û gelî hene ku bala rêwiyan dikşîne û Trêna Ekspresa Rojhilatê her roj di navbera Qers û Enqereyê da derdikeve seferê.