Türkan Tosun
26 Adar 2019•Rojanekirin: 28 Adar 2019
Li Helebçeya bajarê Iraqê di navbera salên 1980-1988an dema şerê Iraq-Îranê da li ser sînor bi sed hezaran mayîn hatin bicihkirin. Hoşyar Eliyê Helebçeyî 33 sal e van mayînên li ser sînor paqij dike, gel ji talûkeyan diparêze.
Eliyê 56 salî emrê xwe ji bo paqijkirina mayînan xerc kiriye, di vê rêyê da gelek tiştên xirab hatine serê wî. Herdu lingên Elî ji ber mayinan qop bûne, lê wî dîsa dev ji vî karî bernedaye.
Elî çîroka xwe ya 33 salan ji nûçegihanê AAyê ra got.
Ji bilî mayînên dema şerê Iraq-Îranê li ser sînor hatine bicihkirin, mayînên DEAŞa rêxistina terorê yên di sala 2014an pê va li herêmê hatine bicihkirin jî di nav da bi sed hezaran mayîn bi destê Elî hatine paqijkirin.

- Herdu lingên wî jî qop bûne
Elî wiha behsa paqijkirina mayînan kir: "Min 2 hezar û 700 mayînên DEAŞê yên li Mûsil, Başik, Telskop, Hazir û yên din bicih kiribûn berteref kirin."
Der barê lingên wî yên qop bûne da jî Elî got lingê wî yê rastê li Bamoya bajaroka Helebçeyê, lingê wî yê çepê jî li Pencevîna herêma Silêmaniyeyê ji ber pêlkirina mayînan qop bûne û wiha dewam kir: "Agahiyên di rêbera îmhekirina mayînan ya ku dabûn min da kêm bûn, zêde hûrgilî tê da tunebûn. Ji ber vê di du bûyeran da min pêlî mayînan kir û lingên min qop bûn. Mayînên di bin keviran da hatibûn bicihkirin herdu lingên min ji min hildan."
Elî got wî ne bi tenê mirov, gelek heywan jî ji mayînan xilas kirine û wiha behsa operasyona Mûsilê ya sala 2017an kir: "Gelek mayînên DEAŞê bombeyên bisaet bûn. Mirovên wan hildidan destê xwe dimirîn. Min xwest ez jî tiştekî bikim û çûm Mûsilê. Di operasyonê da min gelek bombeyên bisaet berteref kirin. Li herêmê her kes min nas dike, heke yek ji min alîkariyê bixwaze ez bi dildarî heman diçim."
- "Ya rastî Japonyayê lingên min dane min, jiyana min hêsantir kir"
Elî perçeyên bombeyan ên dema Sedam Huseyînê serokê Iraqê yê têkçûyî di 16ê Adara 1988an da ji bo êrîşa kîmyewî hatibûn bikaranîn û bûbûn sedema kuştina 5 hezar kesan li mala xwe vedişêre û got ew bombe û mayîn bi destê welatên Rojavayî hatine çêkirin.
Di sala 1993an da Elî bi alîkariya saziyên alîkariyê çûye Japonyayê ku tedawî bibe û wiha behsa wê demê kir: "Li Japonyayê ez gelek caran emeliyat bûm û lingekî protez çêkirin. Ev ji yên din baştir bû. Ji hêla derûniyê va bû sedem ku ez xwe baştir hîs bikim. Ya rastî Japonyayê lingên min dane min, jiyana min hêsantir kir."
Elî got ewê di demeke nêzîk da muzeyekê veke ku karê ku dike baştir bide nasîn, mayîn û bombeyên îmhe kirine li wir bide nîşandan.