Necmettin Karaca
05 Tebax 2026•Rojanekirin: 05 Tebax 2026
Li Erdîşa navçeya Wanê Girava Çaqilê ku dikeve qeraxê Gola Wanê, bi ava xwe ya hênik û turkuaz, qerxên xwe yên çaqil û bedewiya xwe ya siruştî va havînan mazûvaniya mêvanên xwe dike.
Girava Çaqilê dikeve qeraxê aliyê bakur ê Gola Wanê û bi siruşta xwe va dişibe giravên tropîkalê.
Bi taybetî di rojên havînê yên germ da plaja gravê qerebalix dibe, gelek kes berê xwe didin vê derê.
Ziyaretvan ji beriya nîvro tên û heta roj diçe ava li vê derê dikevin avê û li ber golê vedilezin.
Deniz Ozçelîk ji Îzmirê bi malbata xwe va seba tetîlê hatiye Wanê. Ozçelîk daxuyand ku ew cara ewil hat Girava Çaqilê û bû heyranê giravê û ew êdî çi qas firsendê bibîne, dê cardin were herêmê.
Yusuf Goktu Koçê ku ji Enqreyê bi malbata xwe ra herêmê ziyaret dike jî got ku wî Girava Çaqilê gelekî eciband.