Li navçeya Çaldirana girêdayî Vanê welatî heywanên xwe her demsal bi gihayê şîn yê li Gola Qazê xwedî dikin.
Li navçeya Çaldirana girêdayî Vanê demsala zivistanê dijwar derbas dibe. Ava Gola Qazê ji bo gundiyan pir girîng e.
Gundiyên ji Kalkandelen, Yassitepe, Yagbasa, Hankoy û Kuyucakê yên ku hewyanan xwedî dikin heywanên xwe tînin li ber Gola Qazê û kevzên di nav golê de didin hewyanên xwe.
Zivistanê jî gundî gihayên di nav golê de diçinin û didin heywanên xwe û bi vî awayî sal danzde meh heywanên wan gihayê hêşîn xwedî dikin.
Gundî diyar dikin ku ev sedsal in ku heywan wiha tên xwedîkirin û wiha dibêjin:
"Ev edeta xwedîkirina heywanan ji bav û kalên me gihiştiye me. Em bi vî awayî peran nadin êmê heywanan jî."