Türkan Tosun
24 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2021
Ji bo Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariya bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya cemed û şepeyê hat dayîn.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 14an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê perçe ewrayî û kêm ewrayî be.
Li herêmê germahiya hewayê ew ê zêde neguhere, bayê ji aliyê bakur û rojhilat ra rabe. Li Behra Wanê jî bayê ji aliyê rojhilat û bakurê rojhilat ra rabe.
Tê texmînkirin ku germahiya hewayê ya rojê ya herî zêde li Wanê 2 pile, li Mûşê di binê sifirê da 4 pile, li Bidlîs û Hekariyê jî di binê sifirê da 3 pile be.
Ji ber talûkeya şepeyê û cemedê hişyarî hat dayîn ku bila rayedar û welatî baldar bin û tevdîrên xwe hildin.