Sefa Bilgitekin
06 Cotmeh 2025•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2025
Ji bo Behra Egeyê hişyariya bahozê hat dayîn.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, sibê li Bakurê Egeyê ji danê sibê pê va ji aliyê bakur û bakurê rojhilat va ba wê bi hêza di navebra 6 û 8an da wek bahoz bê.
Tê texmînkirin ku bandora bahozê wê di heman rojê da ji holê rabe.
Divê welatî ji ber astengiyên di hatin û çûyînê da hişyar û bitevdîr bin.