Elif Irmak
30 Nîsan 2020•Rojanekirin: 01 Gulan 2020
Li gor daxuyaniya nivîskî ya şaredariyê pakêtên xurekê yên ku bi telîmata Qaymeqamê Sirûcê û Wekîlê Şaredar Kenan Aktaş hatin amadekirin bi beşdariya Askerî Karakuzuyê Alîkarê Şaredar va li malên wan teslîmê esnafan kirin.
Di daxuyaniyê da cî dan axaftina Aktaş jî. Aktaş got ku xwediyê kargehên wekî berber, kuaforên jinan û qehwexaneyê yên ku ji ber şewbê girtî ne ji bîr nekirin û wiha axivî: "Em ji bo ku piçekî piştgiriyê bidin mitbaxên esnafên xwe û birayên xwe yên li ba wan dixebitin pakêta xidayê belav dikin. Di vê çarçoveyê da em ê pakêtan li 200 esnafên xwe belav bikin. Şaredarî tenê xizmetên seresaziyê nîne. Xebatên me yên Şaredarîtiya Civakî jî dewam dikin."