Türkan Tosun
05 Gulan 2020•Rojanekirin: 05 Gulan 2020
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, li tevahiya herêmê hewa wê perçe ewrayî û pir ewrayî be.
Li Erzirom, Qers, Agirî, Îdir, Erzingan, Tuncelî û Erdexanê heta nivê şevê dem demî barana gur wê bibare.
Germa hewayê wê li gor şert û mercên demsalê be, ji hêla başûr va jî car caran bayekî nîvqewî wê rabe.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Îdirê 11 pile, li Tunceliyê 8 pile, li Erzinganê 7 pile, li Erzirom û Agiriyê 5 pile, li Erdexan û Qersê jî 3 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Îdirê 24 pile, li Tunceliyê 22 pile, li Erzinganê 19 pile, li Agiriyê 18 pile, li Qers û Erdexanê 16 pile, li Erziromê jî 14 pile tê payîn.