Haydar Şahin
17 Adar 2021•Rojanekirin: 19 Adar 2021
Li Qulpa navçeya Diyarbekirê neyariya 40 sal e di navbera du malbatan da dewam dike bi navçitiya Mustafa Gozletê Walî û Wekîlê Qaymeqam bi dawî bû.
Di navbera malbatên Polat û Ozbeyê da di demên cuda da şer derket û 2 kes hatin kuştin, ji bo lihevhatina herdu malbatan li mala serxweşiyê ya Taxa Yeniyê bername hat lidarxistin.
Bi xwendina Qurana Pîroz dest bi bernameyê kirin, Hakan Çagiranê Miftiyê navçeyê jî dia kir.
Gozletê Qaymeqam ji kesên keda wan tevlî bûn ku neyarî bi dawî bû ra sipas kir û wiha axivî: "Bi taybetî ji ber helwesta ku nîşan dan ji malbatan ra gelekî sipas dikim. Dem dem ew dem e ku bi hev ra di nav hizûr û biratiyê da bijîn. Em ê wekî mensûbên baweriya başiyê pêşniyaz dike û nebaşiyê red dike, ji bo jiyana bi hizûr û biratî hewl bidin. Xwedê ji we gişan razî be."
Paşê endamên malbatan ji binê Qurana Pîroz ra derbas bûn û li hev hatin.
Selîm Toptanê Amirê Ewlekariya Navçeyê, Abdulselam Toprakê Serokê Navçeyê yê AK Partiyê, rûsipiyên herêmê û endamên malbatan beşdarî bernameyê bûn.