Suat Öztürk
08 Sibat 2025•Rojanekirin: 08 Sibat 2025
Li Elezîzê rêya 54 gundan ji ber berfê asê ye.
Li gorî agahiya ku ji Rêveberiya Xizmetên Rêyan û Veguhastinêya Îdareya Taybet a Parêzgehê hat sitandin, berf û bahoza ku pêr li bajêr dest pê kir û navber bi navber dewam kir, bandora xwe didomîne.
Ji ber berfê li Madenê rêya 24, li Sivrîceyê jî rêya 30 gundan ber bi navçeyên wan va girtiye.
Ekîb ji bo vekirina rêyan xebatên xwe didomînin.