Fırat Atmaca,Günay Nuh,Tevhid Furkan Nehri,Yusuf Ayas,Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci
07 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2025
ERZURUM (AA) - Li Erzirom, Erdexan, Agirî û Qersê ji berf û sermayê qeşa û qiravî çêbû.
Li Erziroma ku germahiya hewayê ya bi şev di bin sifire da 12 pile hat pîvandin, kanî û paceyên wesayîtan qeşa girt.
Ji ber hewaya sar a li bajêr dar û beran qiravî girt û li ser banên xaniyan jî şembelîk çêbûn.
- Erdexan
Li Erdexanê jî sir û seqem tesîreke neyînî li ser jiyanê dike.
Li bajarê ku germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da daket 20 pileyan ji ber hewaya sar qeşa û qiravî çêbû û porê hin welatiyan jî qeşa girt.
Li navçeya Goleyê jî hewa sar e.
- Agirî
Li Agiriyê berfê cihê xwe ji sermayê ra hîşt.
Welatiyan ji ber hewaya sar pîne avêtin ser wesayîtên xwe. Li navçeya Xamûrê dîmenên eraziyên ku bi berfê nixûmîne bi dronê hatin kişandin.
- Qers
Li Qersê germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da daket 16,5 pileyan, dar û beran qiravî girt.
Dîmenên dar û berên li Taxa Dereîçiyê ya li quntara Keleha Qersê ya ku qiravî girtine bi drone hatin kişandin.
Li navçeya Sariqamîşê bi şev germahiya hewayê di binê sifirê da daket 18 pileyan.
Ji ber sermayê banên avahiyan û daran şembelîk girtin, li ser nebatan qiravî çêbû û pace jî cemidîn.
Li navçeyê Çemê Acisuyê bi tevahî qeşa girt, kaniyên li kêleka rêyan jî cemed girtin.