Elif Orhan
05 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2019
HAKKARÎ
Li Hekariyê li navenda kaşûnê ya 2 hezar û 800 metro bilind e di navbera dibistan û kulûban de pêşbaziya kaşûnê ya disîplîna alpê hat kirin.

dibistan kulûban 90 werzîşvan beşdarî pêşbaziya ku ji aliyê midûriyên bajêr ên Perwerdeya Neteweyî û Xizmetên Ciwanî û Werzîşê ve hat lidarxistin bûn.

Werzîşvan di pêşbaziya ku di 10 kategoriyan hat kirin de ji bo ku bikevin dereceyê hewl dan.
Di encama pêşbaziyê de xelat dan werzîşvanên ku ketin dereceyê.

Nûnerê Bajêr ê Federasyona Kaşûnê ya Tirkiyeyê Halîl Kurşun got ku werzîşvanên ku ketin dereceyê dê beşdarî pêşbaziya koma rojhilat a ku dê di 10ê kanûna paşîn de li Erziromê bê lidarxistin bibin.