Sayim Harmancı,Özkan Bilgin
11 Tîrmeh 2025•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2025
Li Hekariyê şivan pezê xwe yên ku li zozanên bilind diçêrînin ji bo dotinê piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj tînin bêriyê.
Li Gevera (Yuksekova) navçeya Hekariyê şivan pezê xwe li Çiyayê Îkîyakayê li zozanên bilind diçêrînin.
Welatiyên ji gundê Qerebaxê bi qasî 2 hezar pezên xwe li zozanê li Çiyayê Îkîyakayê ku 3 hezar û 400 mêtro bilind e, diçêrînin.
Şivan pezên ku li zozanên bilind diçêrînin ji bo dotinê piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj tînin bêriyê û di pey ra dîsa ji bo çêrandinê dibin zozanên bilind.
Ji bêrîvanan Gulhan Duzenê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir piştî taştê û karê malê dikin, ji bo pêz bidoşin bi wesaîtan diçin ciyê bêriyê.
Gulhan Duzenê diyar kir ku dotina pêz pir zor e û got ku em her roj diçin bêriyê û ji şîrê hildidin jî penêr û rûn digirin.