İbrahim Atmaca
07 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2018
MUŞ
Li gundê Tekyola li ser navenda Mûşê kûçikên serberedayî ketin nav bira pez û 30 mih xeniqandin.
Suleyman Durbakê ku bi heywandariyê debara xwe dike, daxuyanî da û got ku şeveqa sibê kûçik ketin nav pezê wî.
Durbak got ku zirara wî mezin e û wiha dewam kir: "Em dixwazin ku şaredariya Mûşê di vê mijarê da tevdîran hilde. Gelek heywanên serberedayî hene, em dixwazin ku werin berhevkirin. Zirara me mezin e, 30 mih hatin xeniqandin, 10 mih hatin birîndarkirin. 10 mih jî winda ne û em li wan digerin."