Elif Irmak
22 Nîsan 2020•Rojanekirin: 23 Nîsan 2020
Li Mûşa ku yek ji navendên girîng ên xwedîkirina pez e bi germbûna hewayê pez derxistin çêrê.
Xwediyên pêz piştî zivistana dirêj heywanên xwe ji bo çêrê derxistin mêrgên şîn bûne û niha ji bo ku li heywanên wan binêrin tu kesî nabînin.
Serokê Odeya Zîreatê yê Mûşê Hakîm Yildirim got ku bi germbûna hewayê li bajêr heyama merayê dest pê kir.
Yildirim diyar kir ku ajalvan ji ber Kovîd-19ê di peydakirina şivanan da zehmetiyê dikşînin û wiha axivî:
"Ajalvanên me yên ku zivistanê heywanên xwe biribûn cihên germ vedigerin. Ji niha pê va divê şivanan bigirin. Lêbelê ji bo xebatê şivan nabînin û herkes bixwe heywanên xwe diçêrîne. Di rojên pêşiya me da yan dê di nav xwe da şivan bigirin yan jî dê bi dorê heywanên xwe biçêrînin."
- "Mesrefên wan mehane digihêje 5 hezar lireyî"
Cemîl Kaynarê ku li gundê Bozbuluta li ser navendê ajalvaniyê dike jî diyar kir ku bi mesrefan ra digel ku 5 hezar lire mehane didin ji ber şewbê nikarin şivanan bibînin.
Kaynar behs kir ku ji bajêr û navçeyên hawirdor şivanan digerin û wiha axivî:
"Me par bi 4 hezar lireyî şivan dida xebatê lê îsal ji ber vîrusê kişaf dikin. Ji ber vê li vir peydakirina şivanan zehmet e. Cil, xwarin, pêlav, telefon her tiştê wan aîdê me ye ji ber vê maliyeta şivanekî digihêje heta 5 hezar lireyî. Çend kesan serî lê da lê wan jî mehaneyeke zehf bilind xwest. Ji ber vê ez bi xwe şivantiya heywanên xwe dikim."