Türkan Tosun
09 Adar 2020•Rojanekirin: 11 Adar 2020
Li bajarê Qersê ji ber ku hewa êdî germ dibe, xweza jî her ku diçe zindî dibe.
Li Qersê îsal germahiya hewayê ya herî kêm di binê sifirê da heta 31 pileyan kêm bû, gol û çeman jî qeşa girt.
Çivîkên koçber ên ji ber hewaya sar ji bajêr koç kiribûn piştî ku êdî hewa germ bû zivîrin cih û warên xwe yên berê.
Bi taybetî werdekên biyanî û angut ref bi ref hatin Qersê.
Ji ber ku çivîk û werdek li dora çem ji xwe ra xurek digerin dîmenên xweş derketin holê.