İbrahim Atmaca
07 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2018
ERZURUM
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê germahî li Erdexan û Qersê ket binê sifirê.
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, li giştiyê herêmê hewa kêmewrayî û sayî ye, li gor texmînê paşê li Erzirom, Qers û derdora Erdexanê wê ewrayî derbas bibe.
Li herêmê tê payîn ku germahî li gor demsalê be.
Bi şev germa heyayê ya herî kêm li Tunceliyê 12, li Îdirê 7, li Erzincanê 6, li Erziromê 3, li Agiriyê 2, di bin sifrê da li Qersê 3, li Erdexanê 2 pile hat pîvan.
Li gor texmîn ê nava rojê germa herî zêde wê li Tunceliyê 29, li Erzincanê 25, li Agirî û Îdirê 21, li Erziromê 19, li Qersê 16 û li Erdexanê 15 pile be.