Türkan Tosun
03 Gulan 2020•Rojanekirin: 03 Gulan 2020
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, li tevahiya herêmê serê sibê hewa wê kêm ewrayî û sayî, paşê jî wê pir ewrayî be. Ji nîvro pê va jî dem demî barana gur wê bibare.
Germa hewayê wê li gor şert û mercên demsalê be, ji hêla başur va jî car caran bayekî nîvqewî wê rabe.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Erziromê 3 pile, li Erdexan û Qersê 4 pile, li Agirî û Erzinganê 5 pile, li Tunceliyê 8 pile, li Îdirê jî 11 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Îdirê 21 pile, li Erzinganê 19 pile, li Tunceliyê 18 pile, li Qers û Agiriyê 16 pile û li Erzirom û Erdexanê jî 15 pile tê payîn.