Hilmi Tunahan Karakaya
14 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2021
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germa hewayê wê li gor demsalê ji 2 pileyan heta 4 pileyan zêde bibe.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrsayî be.
Li gor texmînê germa hewayê wê li gor demsalê ji 2 pileyan heta 4 pileyan zêde bibe.
Li herêmê bi şev germa hewayê ya herî kêm li Erdexanê 2, li Erzirom û Agiriyê 5, li Qersê 7, li Tunceliyê 8, li Erzincanê 9 û li Îdirê 10 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde jî li Tunceliyê 27, li Erzincanê 24, li Îdirê 23, li Agiriyê 21, li Erziromê 20, li Qers û Erdexanê 18 pile tê payîn.