İbrahim Atmaca
19 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2020
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev germa herî kêm di binê sifrê da bi 6 pileyî va li Goleya navçeya Erdexanê hat pîvan.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa ewrsayî û kêmewrayî, li aliyê bakur wê cî bi cî ewrayî be.
Li herêmê ji danê nîvro şûnda li Erdexan û derdora wê bi navber tavî û teyrok tê payîn.
Li herêmê tê payîn ku germa hewayê li gor demsalê be.
Bişev germa hewayê ya herî kêm li Erzincan û Îdirê 7, li Erziromê 3, li Agiriyê pileyek, li Erdexan û Qersê di binê sifrê da pileyek hat pîvan.
Li Goleya navçeya Erdexanê jî germa hewayê ya herî kêm di binê sifrê da 6 pileyî hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Erzincanê 26, li Îdirê 25, li Agirî û Qersê 21, li Erziromê 20 û li Erdexanê 19 pile tê payîn.