Li Wanê Keleha Ayanîsê, dîrok û siruştê bi hev ra raberî ziyaretvanan dike
Keleha wekî şûnwarê dawîn ê Urartuyan tê qebûlkirin, bi avahiyên mîmarî yên ji bin axê hatin derxistin, Perestgeha Xaldî û dîmena xwe ya newaze va turîstên xwemalî û biyanî cezb dike.
Mesut Varol
04 Tebax 2026•Rojanekirin: 04 Tebax 2026
photo: Özkan Bilgin / AA
VAN
Keleha Ayanîsê ya bi qasî 250 metreyan ji Gola Wanê bilindtir e, ji xeynî avahiyên mîmarî yên serdema Urartuyan, dîmena Gola Wanê û Çiyayê Sîpan bi hev ra raberî ziyaretvanan dike û derfeta gereke di nav dîrok û siruştê da dide wan.
Wêne : Özkan Bilgin/AA
Keleha Ayanîsê ya ku wekî şûnwarê dawîn ê Qraltiya Urartuyan tê qebûlkirin, bi avahiyên xwe va balê dikişîne ku di kolanên arkeolojîk da ji bin axê hatin derxistin.
Li keleha ku gelek berhemên dîrokî û berhemên qraliyetê lê hene, Perestgeha Xaldî jî heye ku ji bo Xaldiyê serek xudayê Urartuyan bi mîmariya kevir û kelpîçan hatiye çêkirin.
Wêne : Özkan Bilgin/AA
Keleha ku ji ber kolanên arkeolojîk gav bi gav ji ziyaretê ra hat vekirin, van dawiyan bêtir bala acenteyên seyahetê û rêberên turîstan dikişîne.
Ziyaretvanên ji welêt û dervayî welêt digel dîmena Gola Wanê û Çiyayê Sîpan, şopên şaristaniya Urartuyan ji nêz va dibînin û her wiha şahidiya kolanên arkeolojîk yên ku berdewam in, dikin.