Yılmaz Kazandıoğlu,İbrahim Yaldız,Şener Toktaş,Mesut Varol,Zafer Tayfur
20 Adar 2024•Rojanekirin: 22 Adar 2024
Li Wan, Hekarî û Bidlîsê ji ber berfê rêya 485 cih û waran hat girtin.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ji ber berf û bagerê rêya 446 tax û mezrayan hat girtin.
Ekîbên berfê ji bo ku rêyên girtî vekin dixebitin.
Li navçeyên Tuşba, Îpekyolu û Edremîtê ji ber berf û barana zêde li kuçe û kolanan golên avê çêbûn û di hatin û çûyînê da astengî derketin.
Ekîbên şaredariyê mudaxeleyî gelek mal û kargehên ku ji ber lehiyê zirar dîtine kirin û berfa li kuçe û kolanên sereke paqij kirin.
- Hekarî
Li gorî agahiya Rêveberiya Taybet a Bajêr, ji ber berfê li tevahiya bajêr rêya 12 gund û 26 mezrayan hat girtin.
Ekîb ji bo ku rêyên berfê girtiye vekin dixebitin.
- Bidlîs-Mûş
Midûrê Xizmetên Rê û Veguhastinê yê Rêveberiya Taybet a Bajêr Umît Kurtkan daxuyand ku li bajêr rêya 45 gundan hat girtin û ji wan 44 rê hatin vekirin.
Kurtkan destnîşan kir ku ji bo vekirina rêya gundekî jî ekîb dixebitin.
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr a Mûşê Şeyhmus Yentur jî got ji ber berfê duh rêya 102 gundan hat girtin û ew hemû hatin vekirin.