Li zozanên bilind ên Adiyemanê xebata koçeran a hilberînê
Li Tuta navçeya Adiyemanê malbatên koçer derketine ser Zozanê Akdagê ku raqima wê 2 hezar mêtre ye, li zozana hênik konên xwe vegirtine, tê da dijîn û piraniya roja wan bi heywanan ra derbas dibe û şîr didoşin
Orhan Pehlül
04 Tebax 2026•Rojanekirin: 04 Tebax 2026
photo: Orhan Pehlül / AA
ADıYAMAN
Li zozanên bilind ên Adiyemanê xebata koçeran a hilberînê
Li Tuta navçeya Adiyemanê malbatên koçer derketine ser Zozanê Akdagê ku raqima wê 2 hezar mêtre ye, li zozana hênik konên xwe vegirtine, tê da dijîn û piraniya roja wan bi heywanan ra derbas dibe û şîr didoşin.
Zozan nêzî 20 kîlomêtreyan dûrî navenda navçeyê ye û koçerên ku her sal di gulanê da derdikevin zozanê, heta zivistanê bi malbatên xwe ra di konan da dijîn.
Wêne : Orhan Pehlül/AA
Malbat pez xwedî dikin û debara xwe bi heywandariyê dikin, şeveqa sibehê birên pezê xwe berdidin mêrg mexelan û diçêrînin.
Birên pez seranserê rojê diçêrînin û danê êvarê cardin vedigerînin zozanê. Piştî vegerê xebata herî zêde ya koçeran dest pê dike. Piştî dotina ku çendîn saetan dewam dike, şîrê pez bi rêbazên kevnare va dixin penêr, mast û rûnê nivîşk.
Malbatan ji bo pêdiviya ceyranê panelên tavê kirîne û koçer her çend ji jiyana bajêr dûr bin jî di nava siruştê da hilberîna berên şîr dikin.
Wêne : Orhan Pehlül/AA
Ji koçeran Îlhan Abakay ji nûçegihanê AAyê ra got ku ji 30 salî zêdetir e ku ew koçer e, havînê ji germa bajêr direvin û dertên zozanê.
Abakay daxuyand ku ew hînî zehmetiyên jiyana zozanê bûne û wiha dewam kir, "Nêzî 7 mehên salê em bi malbata xwe ra li vê derê derbas dikin. Em konan vedigrin. Ev der hênik e, lê şert û mercên wê dijwar in. Em nava rojê pezê xwe diçêrînin, şevê jî li ber serê birên pez in. Em fêm nakin bê ka roj çawa derbas dibe."
Koçer Fatma Abakayê jî got ku bi şeveqa sibehê ra mesaiya wan dest pê dike.
Abakayê daxuyand ku ew rojê du danan pez didoşin, şîrê pez rojane dixin mast, penêr an jî rûnê nivîşk.