İbrahim Atmaca
28 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2020
Li Agiriyê di sir û sermayê da Bendava Yaziciyê diqerise.
Qismekî qeraxên bendavê yên gundê Başçavuşê di sermayê da qerisî.
Ji ber ku ava bendavê kêm bû, xan û manên ku di binê avê da mabûn jî êdî dixûyên.
Li bendava ku bi "drone"yê ji hewa va dîmena wê hat kişandin, dîmenên xweş derketin holê.
Ji welatiyan Sînan Ergul diyar kir ku Bendava Yaziciyê û derdora wê her demsal xweş dibe.