Hakan Sarı
28 Hezîran 2023•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2023
Li Hekariyê xwezayên derketin Zozana Berçelanê ya li raqim 3300î, di ava hênik a Gola Seyîdxan da soberî kirin û li ser belekiyên li pal û qefên çiyayan da xiştan kirin.
Di demeke ku li gelek deverên welêt hewa germ e û havîn e, li Hekariyê li Zozana Berçelanê çar demsal di heman demê da xwe didin nîşan.
Li hêleke zozanê 25 kîlometre dûrî navenda parêzgehê çiyayên biberf, li hêleke wê jî çêre û kulîlkên rengbireng bala xwezahezan dikişîne.
Kuluba Werzişa Xwezayê ya Geliyê Wanê ji bo nirxandina dawiya hefteyê bi ekîbeke 48 kesî derket zozan. Ekîbê hem meş li dar xist û hem jî wêneyên bedewiyên xwezayê kişandin.
Xwezahezan her wisa di ava hênik a Gola Seyîdxan da soberî kirin.
Serokê Kuluba Werzişa Xwezayê ya Geliyê Wanê Omer Demez diyar kir ku Zozana Berçelanê, zozaneke newaze ye ku li raqim 3300î ye.
Demez bal kişand ku li Berçelanê çar demsal di heman demê da xwe didin nîşan û wiha dewam kir:
"Îro meşa me li Colemêrgê li Gola Seyîdxan. Gola Seyîdxan 3 hezar û 320 metre bilind e, goleke cemedî ye, her demê gelekî xweş e û pak e. Em hez dikin herkesek bêt vê derê bibînit. "
Xwezahez Reyhan Olamê jî wiha axivî, "Em îro hatine Zozana Berçelanê li Colemêrgê. Em du saetan di rê da meşiyan, rêyeke gelekî zor û zehmet bû. Lê ev derê cihekî gelekî xweş e û bi qîmet e. Em dixwazin hûn jî werin bibînin."