Nihat Kavşut
26 Adar 2020•Rojanekirin: 27 Adar 2020
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu: "Em ê bazarên semtan qedexe nekin, lê tevdîran zêde bikin û hatin û çûyîna li bazaran di bin kontrolê da bigrin."
Soylu li A Haberê pirsên der barê rojevê da bersivand.
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu der barê parvekirinên li ser medyaya civakî ji bona vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) tên kirin da wiha got: "2 hezar û 551 hesabên provokatîf hatine tesbîtkirin. Der barê 449 hesaban da kar û barên fermî hatin kirin û yên din jî didomin. Ji sedî 70ê bi FETO/PDY, PKK û DHKP-Cyê ra têkildar in."
Soylu destnîşan kir ji ber vîrusa koronayê Erebistana Siûdî der barê nexweşan da tu agahî nedaye Tirkiyeyê û neda dinyayê û got ku çi çaxê ji kesên ku ji umreyê hatin nexweşê ewil hat dîtin Wezareta Tenduristiyê demildest tevdîr hilda.
Wezîrê Karên Navxweyî Soylu diyar kir wê bazarên semtan qedexe nekin, lê tevdîran zêde bikin û hatin û çûyîna li bazaran di bin kontrolê da bigrin.
Soylu li ser pirsa der barê penaberên derbasî Yewnanistanê bûne da wiha got: "Ji 28ê Sibatê heta niha ji bejayê û ji ser behrê ra bi qasî 150 hezar û 600 kes derbasî Yewnanistanê bûne û 4 hezar û 600 kes jî li pêşberî Pazarkuleyê sekinîne."