02 Mijdar 2016•Rojanekirin: 03 Mijdar 2016
ANKARA
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mehdî Eker got: "Li Diyarbekirê şaredariyê xizmeta têr û tijî nekir. Wezîfeya şaredariyan ji bo gel xizmetkirin e, ne ew e ku şaredariyê bikin wek şaxa rêxistina terorê. Mixabin hin şaredarî wek şaxa PKKya rêxistina terorê dixebitin."
Mehdî Eker ji ber girtina Gultan Kişanak a Seroka Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û Firat Anliyê DBPyî yê endamê meclisê û qeyûm tayînkirina şaredariya Diyarbekirê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku HDP û hin şaredariyên di destê HDPê da li dijî PKK û Qendîlê bi yekdengî dengê xwe bilind nekirin.Eker got ku li ser dinyayê tu bajar wekî Diyarbekir xweş nebû lê PKKyê bi terorê xira kir. Eker destnîşan kir ku şaredarên HDPê û rayedarên wan lazim bû li dijî rêxistina terorê derketibana lê wan arîkarî da terorê û wiha dewam kir: "Gelê Diyarbekirê dizane ku wan xeta kiriye. Ji ber vê yekê gelê Diyarbekirê arîkarî neda wan. Wan gel tehdîd kir, karkerên şaredariyê tehdîd kirin. Divê xizmet ji bo gel bikirana ne ji bo rêxistinan. Lê mixabin hinek şaredarî wek şaxa rêxistina terorê ya PKKê dixebitin."
- "Di PKKyê da demokrasî tuneye"
Eker diyar kir ku hin kes dibêjin şaredarê hilbijartî çawa ji wezîfeyê tê hildan û got ku divê şaredar li gor rayeya ku qanûn didin tevbigerin û xizmeta gel bikin.
Eker diyar kir ku li Diyarbekirê ev pêk nehat û wiha xeberda: "Bira şaredar karê xwe bike. Terorîst ji bo bajêr xera bikin çalan dikolin, barîkatan çêdikin û wesaît û xebatkarên şaredariyê vî karî dikin. Ev meşrû nîne, li dijî qanûnê ye û karê terorê ye. Bi sedan û hezaran însan jiyan li wan herimî. Hemû jî kurd in. Divê dewlet li ser vê meseleyê bisekine û bi hemû saziyên xwe wezîfeya xwe bike. Welatî vê ji dewletê dixwazin. Divê şaredarê hilbijartî li hember welatiyan wezîfeya xwe bike. Karê xwe bi cî naynin, terorîst tên dikevin nav bajêr û piştgiriyê didin. Peyra jî qala demokrasiyê dikin. Di PKKyê da demokrasî tuneye."
Eker der barê wezîfedarkirina li şaredariyê da jî got ku di dewletê da dewamkirina kar û xizmetan esas e.