Sayim Harmancı
10 Sibat 2022•Rojanekirin: 10 Sibat 2022
Li Yuksekova û Şemdînliya navçeyên Hekariyê ji ber berfê dibistan îro hatin tetîlkirin.
Li ser hesabê medyaya civakî ya Walîtiyê da hat gotin ji ber berfê li navenda bajêr û navçeyên Yuksekova û Şemdînliyê dibistan îro hatin tetîlkirin.
Hat daxuyandin jinên ducanî û kesên astengdar yên di saziyên kamuyê da dixebitin jî wê neçin kar.
Li Başkaleyê berfê perwerde rawestand
Li Başkaleya navçeya Wanê ji ber berf û bagerê rojek navber dan perwerdeyê.
Li gor daxuyaniya ku ji Qaymeqamtiyê hat dayîn, li navçeyê ji ber berfê tengasî çêdibe.
Ji ber berfê li tevhiya navçeyê hemû dibistanan îro navber da perwerdeyê.