Zanîngeha Ûrmiyeyê ya Îranê ji bo ku li ser mijaren hevkariyê li hev rûnên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Vanê ziyaret kir.
Heyeta Zanîngeha Ûrmiyeyê, Rektorê Zanîngeha Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Peyamî Battal li meqamê wî ziyaret kir. Battal der heqê xebatên zanîngehê de agahî da heyeta Zanîngeha Ûrmiyeyê.
Di ziyaretê de mijarên çandinî, hevkariya zanistî û guhertinên xwendekaran hat giftûgokirin. Piştre di navbera Rektorê Zanîngeha Ûrmiyeyê ya Îranê Prof. Dr. Hesen Sedghî û Rektorê Zanîngeha Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Peyamî Battal de protokola "Bernameya Mewlana ya Guhertina Xwendekaran" hat îmzekirin.
Piştî giftûgoyê biryar dan ku ji bo hevkariyê sempozyûmên bişirîkatî li dar bixin.
Ziyaret piştî diyarîdayinê qediya.