Nihat Kavşut
24 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2019
Erdogan: "Em têkoşîneke navneteweyî didin. Heft duwel êrîşî me dike. Em jî li hember heft duwelî li ser xwe disekinin."
"Wexta em dibêjin 'em ê deriyan vekin' wê çaxê dikevin av û agir. Necivçivin, wexta dem hat wê ev derî jî vebin."
"Lijneya Parlamentoya Ewropayê duh ji bo Sûriyeyê teklîfa 'herêma qedexeya firînê' daye. Dema ku li çar aliyê Sûriyeyê bi sedhezaran merivên bê sûc bi bombebarandinê balafirên şer ên rejim û hêzên din can didan me ev teklîf anîbû rojevê."
"(Herekata Kaniya Aştiyê) Mezinahiya qada ku heta niha li herêmê ket bin kontrola me gihaşt 4 hezar û 220 kîlomêtroqareyê."
"Ji bona belawelakirina korîdora terorê ku dixwazin li seranserê sînorên Tirkiyeyê ava bikin hewce nake ji tu kesî destûrê bixwazin."
"Eskerên me û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyî li qada herekatê kontrolan dikin. Heke di kontrolê da terorîst derkevin pêşiya me, mafê me yê tebiî ye ku em wan berteref bikin."
"Heke ji nav rêxistinên terorê nav, ala û unîformayên hinekan biguherînin û cardin derxin pêşiya me, em nakevin vê defikê."
"Heke jiyan û paşeroja gelê Sûriyeyê ji bo herêmê têxin qurbana planên mezin, di serî da em ê derkevin pêşiya wan."