Elif Orhan
23 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2019
ÎSTANBUL
Mustafa Sarigul ji CHPyê îstifa kir.
Mustafa Sarigul di daxuyaniya ku ji malpera "mustafasarigul.com"ê da de bi bîr xist ku dê hilbijartinên herêmî di 31ê adarê de bên kirin û parast digel ku ji bo hilbijartinên ku ev 4 sal in amadehî dike re du meh mabin jî CHPyê hê jî hin namzed eşkere nekirin.
Sarigul da zanîn ku navê wî şûna Şîşliyê ji bo hin navçeyên din tê gotin û vê yekê jî ew westand û dilê wî şikand û wiha axivî: "Min digel hemû kirinên xwe ji CHPyê wefa nedît. Dilê min ne ji CHP, ne ji hemwelatiyên partiyî maye dilê min ji birêvebiriya partiyê maye, ez bertekê nîşan didim. Ez bertekê nîşan didim ku bêbiryar in, zelal nînin, hê jî namzedên xwe diyar nekirine û hember min bêwefa ne."
Sarigul diyar kir ku îro biryarek da û ev gotin:
"Ji bo ku CHP bêtir zirarê nebîne an jî birêvebiriya CHPyê ya ku di nav xwe de an jî bi min re çi hesabên wan heye nizanim û barê Birêz Kiliçdaroglu sivik bikim bi xemgînî ji CHPya ku min çendî salên xwe danê, serbilind im ku tê de cî digirim û ez ê her dem serbilind bim îstifa dikim."
Mustafa Sarigul da zanîn ku dev ji siyasetê berneda, ji bo şaredariya Şîşliyê namzed e.