22 Gulan 2016•Rojanekirin: 22 Gulan 2016
ANKARA
Namzedê Serokê Giştî yê AK Partiyê Yildirim: "Bi milyonan welatiyên me raya xwe dan Serokomarê me, Serokomarê me berpirsiyariya wan a siyasî hilda ser stûyê xwe. Herçiqas hûn ji Serokomarê me ra bibêjin 'nemesûl' e jî Serokomarê me dildarê Tirkiye û miletê xwe ye. Berpirsiyariya wî derdên miletê me, pirsgirêkên miletê me, hejjêkirina miletê me ye. Ji bo vê yekê karê herî giring yê ku divê em îro bikin ew e ku em vê rewşa fiîlî bikin qanûn û vê tevliheviya mêjiyan ji holê rabikin. Rêya vê jî makezagona nû ye, di makezagoneke nû da sîstema serokatiyê ye."
Namzedê Serokê Giştî yê AK Partiyê Yildirim: "Recep Tayip Erdogan mirovekî dozê ye, mirovê gel e, parêzvanê Tirkiyê ye ku qet naweste. Me timî bi serbilindî got, 'Ez hevrêyê Recep Tayyip Erdogan im ku dil û çahrenivîsa me yek e.' Ji îro şûnda jî emê van gotinên xwe bêjin. Birêz Serokomarê min em soz didin, hezkirina te hezkirina me, doza te doza me, rêya te rêya me ye."
Namzedê Serokê Giştî yê AK Partiyê Yildirim: "Guherîna alayan, bi tenê amûrek e ku xizmetên nû ji bo gel bê kirin û di wê rêyê de derî bên vekirin."
Namzedê Serokê Giştî yê AK Partiyê Yildirim: "Emê tu wextî firsendê nedin pêkhateyên paralel û çeteyên cudaxwaz. Li vî welatî tu wextî dê ji bo xaînan cî tunebe. Herkes bira bi vî baş beled be ku li Tirkiyê tenê dewletek heye, ew jî dewleta Komara Tirkiyeyê ye. Emê bi tu awayî firsendê nedin tukesî ku bi dewletê ra milmilanê bike."