İbrahim Atmaca
26 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2018
ANKARA
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî got, "Baş bû ku hikûmet li dû bûyerên kûr çû, ji nêz va şopand û di qada navneteweyî da behsa wê kir. Divê failên bûyerê bînin Tirkiyeyê û li Tirkiyeyê bên darizandin."
Bahçelî bi nûnerên Enqereyê yên saziyên çapemeniyê ra civîna sohbetê li dar xist û li ser rojeva civakî, siyasî û aborî daxuyanî dan û pirs bersivandin
Bahçelî ji bo geşedanên Rojhilata Navîn pêşniyaz kir ku bi bangewaziya Serokomar Erdogan va li Stenbol an jî Enqereyê civîneke kurewî were kirin.
Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî li ser biryara Amerîkayê ya vekişîna ji Sûriyeyê sekinî û wiha got:
"Lazime ew yeqîniya Tirkiyeyê hînbûn û hebûna Tirkiyeyê ya li Rojhilata Navîn û ji nû avakirina Rojhilata Navîn wek îşareteke bi kêrhatinê bê qebûlkirin. Tirkiye êdî ji qalikê xwe derketiye. Êdî nêrîna dewleta xurt divê li gelek cihên din jî bide qebûlkirin û di wê rewşê da ye."
Bahçelî ji bo nîqaşên li ser ji Serokatiya Meclisê seba namzediyê îstifakirina Bînalî Yildirim diyar kir, tu meneya wê tuneye ku meriv vê mijarê têxe astengiyê.
Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî ji bo nîqaşên diyaloga rejima Beşşar Esed jî wiha got, "Gorî qinaeta min divê Tirkiye di tu şert û mercî da bi rejima Esed ra nekeve nav diyalogê."
Bahçelî der heqê Tifaqa Cumhur da wiha got, "Îtifaqa Cumhur îtifaqeke girîng û bi xêr e, berdewamiya rihê Yenîkapiyê ye, pêlek e ku wê şekl û şemalê bide siyaseta Tirkiyeyê."
Bahçelî partiya mixalefeta sereke rexne kir û wiha got, "Hulusî Akar Paşa li Qur'an, ala û çekê xwedî derketiye. Heke zexta li hemberî xwe bi cih bianiya ev civîn li vir çênedibû. Piştî ku Pergala Hikûmeta Serokomariyê ket rewacê û pê va partiyeke mixalefeta sereke tuneye."
Bahçelî ji bo hilbijartina herêmên îdarî ya 2019an jî wiha got, "MHPyê di nav 30 bajarên mezin da wê wek berê li Edene, Mêrsîn û Manîsayê namzedê xwe eşkere bike." û wiha dewam kir: "Zemîna qanûnî ji bo bajarên mezin pêkan e, lê dibe ku seba bajarokan ne pêkan be. Meriv hilbijartina îdareya herêmî sist bike çêtir e."
Bahçelî der heqê kuştina rojnamegerê Erebistana Siûdî Cemal Kaşikçi da jî wiha axivî:
"Baş bû ku hikûmet li dû bûyerên kûr çû, ji nêz va şopand û di qada navneteweyî da behsa wê kir. Divê failên bûyerê bînin Tirkiyeyê û li Tirkiyeyê bên darizandin."
Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî bal kişand ser şaxên Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) û wiha got:
"Di têkoşîna FETOyê da 8 şax hene. Di nav eskeran da safîkirinên girîng û girtin çêbû, li emniyetê çêbû, li darazê çêbû, lê wek şaxa heştemîn deng ji siyasetê tuneye. Divê meriv dest bavêje vê derê.
Mehkeme divê bên bal hev û Konseya Sulha Li Welêt ya ku mêjiyê vî karî ye derxin holê. Divê heta Konseya Sulha li Welêt herin û serê wê li ku be bê pelçiqandin."